Koçberan daxwaza vegera bilez a li warên xwe kirin.
Koçberan nerazîbûn li hember bêxemiya hikumeta veguhêz a Sûriyê der barê vegerandina wan de anîn ziman û gotin: “vegera me girêdayî garantiyan e.”
Di civîna 1’ê Hezîranê ya di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û rayedarên hikumeta Sûriyê a veguhêz de pêk hat, li ser vegera bilez a koçberên Sûriyê li hev kirin.
Lê heya niha hikumeta Sûriyê ya veguhêz tu gav neavêtiye.
Der barê mijarê de hejmarek ji koçberan nerazîbûna xwe li hember nêzîkatiyên hikumeta veguhêz anîn ziman û got:
Vegera me girêdayî garantiyê ewlehî û desteka piştgiriya aborî û perwerdeyê ye.
Koçbera bi navê Fatima Mihemed Elî ya ji Dêra Zorê da zanîn ku metirsiyên ewlehiyê yên li herêma wan wekî gefa herî mezin li pêşiya vegera wan dibîne û wiha anî ziamn:
Em li benda vegera ewle bûn, lê tiştê ku em niha dibînin jiyana me tehdîd dike.”
Koçberê bi navê Kazim Telal El Katai jî behsa nebûna xanî kir û wiha got:
Her çend ewlehî hatibe dabînkirin jî, xanîyên me tune ne.
Ayda Dawûd El Huweydî yê ji bajarê Meyadîn ê li Dêrazorê jî daxwaza vegera warê xwe kir.



