Ji ber wergirtina jineke DAIŞ’î, Wezîra darayî ya Norweçê ji hikumetê vekişiya

Ji ber vegerandina jineke DAIŞî ya Norweçî bo welatê wê, wazîra darayî ya hikumeta Norweçê xwe ji hikumetê welêt vekişand.

Wazîra Darayî ya Norweçî Sîf Yînsin diyar kir ku ji ber biryara hikumeta Norweçê ya wergirtina jineke DAIŞî ji Sûriyê, ew û partiya xwe ya rastgir Pêşverû dê ji hikumeta Norweçê vekişin.

Wazîra Darayî ya Norweçî got:

Em beşdarî hikumetê bûn û niha jî em xwe vedikişînin.

Beriya niha jî ji bo tedawîkirina zaroka wê, hikumeta Norweçê ragihand ku ew ê hemwelatiyeke xwe ya DAIŞî ji Sûriyê vegrînin.

17’ê vê mehê jî Şandeyek ji Wezareta Karên Derva ya Norwecê serdana Boruya têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Qamişlo kir û 2 zarok û jineke DAIŞî ji Rêveberiya Xweser wergirtin.

Leave a Reply

Back to top button