Li Til Temirê ji bo gêrîlaya HPG’ê Rûmet Bêrîtan merasîmek xiyabî hat li darxistin û soza domandina doza wan hate deyîn.
Şehîd Rûmet Bêritan 10′ Tîrmeha 2024’an li Zapê di berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd bû.
Xelkê Til Temirê malbata şehîd Rûmet bi tenê nehiştin û bi girseyî berê xwe dan bi konê sersaxiyê û sersaxî xwestin.
Di merasîmê de di şexsê şehîd Rûmet de hemû şehîd bi hurmet bi bîranîn û soza dilsoziya bi bîranîna wan re dan.’



