Komeleya çandî a Sûriyanî ya bajarê Hesekê, têkildarî komkujiyên Sêfo li dijî Ermeniyan şanoyek lidarxistin, piştî şanoyê jî meşek li ser giyana.
Şano bi pêşengiya komeleya çandî ya Sûriyanî û hevkariya destaya çand û hunerê ya kantona Cizîrê hate lidarxistin.
Şano li taxa Nasira ya bajarê Hesekê, bi beşdariya endamên hêzên ewlehiyê û qeşeyên Dêra herêmên Cezîre û Firatê pêk hat.
Qomîteya amedekar diyar kir ku ev çalakî di çarçoveya rêze çalakiyên ji bo bîranaîna qurbaniyên komkujiyan û bîranîna qirkirinên li dijî Sûriyan û Ermanan ji aliyê Osmaniyan yên di salên 1914 heta 1920’an de pêk hatine, tê lidarxistin.
Her wiha piştî şano bi dawî bû, beşdaran meşek meşeleyan li darxistin û find li ser peykerê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê vêxistin.



