Di teqînekê li paytexta Sûdan Xertûmê de, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî hinek çavkaniyên polîsa Sûdanê, duh êvarî kesekî nenas bombeyeke destî avêt nava şahiyeke dawetê li devera el-Hac Yûsiv li Xertûma paytext, di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 70 kes birîndar bûn.
Lê dezgehên ragihandina Sûdanî diyar kir ku hejmara birîndaran 25 e.
Çavkaniyan destnîşan kir ku polîsa Sûdanê cihê bûyerê dorpêç kir û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Heya niha sedemên vê yekê nehatine zanîn.