Bruksel wê cezayan li Tirkiyê bibire

Ji ber lêgerîna Tirkiyê ya ne-rewa di deryaya Spî de, Bruksel wê cezayan li ser Tirkiyê ferz bike.

Wezîrên derve yên 28 dewletên endam di Yekîtîya Ewropayê de, li ser ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê hatin erkdarkirin.

Ev ceza wê li ser kesayet û berpirsên Tirkî ku li rojhilatî deryaya Spî kar dikin, werin ferzkirin.

Ev yek li ser zimanê Serokê diplomasiya Ewropî Josep Borrell di kongreke çapemeniyê de li Brukselê hat.

Josep Borrell got:

Me xebatên nû ên Tirkiyê yên lêgerînê li Deryaya Spî ku wezîrê derve yê Qibrisî em agahdar kirin nîqaş kir.

Li ser vê, me li ser cezakirina kesayet û berpirsên Tirk ku bi xebatên lêgerînê ve mijûl in li hev kir.

Leave a Reply

Back to top button