Koşka Spî: Trump dê li Dafos a Siwîsrayê hevdîtinên dualî pêk bîne

Koşka Spî ya Amerîkî ragihand ku Trump îro dê bi serokên Iraq, Pakistan, Yekîtiya Ewropa û Siwîsrayê re hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Serokê Amerîkayê Donald Trump dê li Forma Aborî ya Cîhanî ya li Dafos a Siwîsrayê, civînên dualî pêk bîne.

Civîn dê bi serokê Iraqê Berhem Salih, serokwezîrê Pakistanê Umran Xan, seroka meclisa Yekîtiya Siwîsrî Sîmonîta Somaroga, seroka Komîseriya Ewropayî Orsolla Fon Dîr Lîn û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî were lidarxistin. Her wiha bi Forma Aborî ya Cîhanî Klaws Şwab re jî.

Li gorî agahiyan, civîn îro dê were lidarxistin û heta 24 vê mehê bidome.

Tê payîn ku Şêwirmenda Almanî Engêlla Mîrkil, Serokên Ermenistan, Azerbîcan, Evganistan, Cîgirê Serokwezîrê Çînî Han Tişin û Serokwerzîrên Urdin û Pakistanê jî dê li civînê amade bibin.

Leave a Reply

Back to top button