Li Dêra Zorê,Hezên Ewlekariya Hundirîn du kes bi sûcê şêlandin û diziyê girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandinê ya Hezên Ewlekariya daxuyaniyek da û got:
“Hêzên me yên dij tawanan gilî ji welatiyekî girtin ku erebeya wî hatiye dizîn.
Yekser tîmên me yên taybet, dest bi kar û xebatê kirin û gelek belege komkirin.
Di encama kar û xebatê û bi tensîqa dozgeriya giştî re du kes hatin girtin.”
Hezên Ewlekariya destnîşan kir ku didema lêpirsînê de, ew kes li xwe mikur hatin.
Di dawiya daxuyaniyê de Hezên Ewlekariya diyar kir ku kesên sûcdar tevî dosiyaya wan ji dozgeriya giştî re hat şandina.



