Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku di 13 Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê destpê kir, di roja 6’an de dewam dike.
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî ragihand ku şer dest pê kiriye û divê ew bi xurtî bersiva Îsraîlê bidin.
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî danê sibehê li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek nû belav kir.
Xameneyî got ku ewê bi tundî bersiva Îsraîlê bidin.
Xameneyî di peyama xwe de got; “Bi navê Heyder, şer dest pê kiriye.”



