Di 20’ê Çileyê 2. salvegera êrîşên dewelta tirk li ser Efrînê HRE li navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anî û 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê HRE der barê çalakiya 20’ê Çileyê li navenda Efrînê, daxuyaniyek weşand.
HRE di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:
20’ê Çileyê li dijî navenda çeteyên koma Firqet El-Hemzat çelakiyek sabotajê hat lidarxist.
Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Firqet El- Hemzat hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn.
Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên bi ser Efrînê ve bombebaran kirin.