Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan derbarê bûyerên piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a rêber APO û kongreya 12’emîn a PKK’ê de axivî.
Dûran Kalkan got ku divê zext li AKP’ê bê kirin da ku gavê ber bi demokratîkbûnê ve biavêje.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyê yek alî bi ser nakeve. Divê Tirkiyê gavan bavêje.
Divê her kes tevlî û xwedî li Kampanyaya “Ez dixwazim bi rêber APO re hevdîtinê bikim” derkeve.
Bidawîbûna tekoşîna çekdarî nayê wateya ku dê gelê bê parastin bimîne.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan bûyerên piştî Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê, li gel agirbestê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji Medya Haber TV re nirxand.
Dûran Kalkan got:
Divê zext li rêveberiya AKP’ê bê kirin da ku gavê ber bi demokratîkbûnê ve biavêje.
Di vê mijarê de Devlet Bahçelî bang kir.
Min berê jî got: Gotinên xweş hene, lê belê jê wêdetir nîne.
Gotin heye, pratîk nîne.
Heman rewş dewam dike.
Bandora gotinên Bahçelî jî her diçe kêm dibe, ji ber ku li ser nasekinin.
“Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ berpirsyariya herî kesî ye”
Duran kalkan di nava axaftina xwe de Kampanyaya “Ez dixwazim bi rêber Apo re hevdêtinê bikim” anî ziman û got:
Ev kampanyeke baş e.
Her kes divê vê daxwazê bike.
Li Tirkiyeyê, Kurdistanê, derveyî welat her kes divê daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re bînin ziman.
Ev daxwaz jî divê li ser çapemeniyê bê ragihandin…
Ne tenê bi çapemeniyê re bimîne, divê serlêdana yekser jî bê kirin. Her kes divê vê bike.
Ji zarokan heta bi extiyar, jin, mêr, wezîfedar, bê wezîfe, her kes divê vê yekê bixwaze. Ev têkoşîneke girîng e.
Her wiha Dûran Kalkan derbarê bidawîanîna tekoşîna çekdarî ya ku li ser daxwaza banga Aştiyê ya rêber APO di kongreya 12’emîn de jî axivî û got:
“Naxwe bi her awayî tehrîk, sorkirin têne kirin. Bi her awayî êrîşan dikin.
Me ji bo çareseriya pirsgirêkên ji ber şer, ji bo pêşîgirtina li şer hin pêşniyarên pratîkî kir.
Ev yek weke lawaziyekê fêhm kirin.
Berê xwe dan wan qadan û hîn bêhtir êrîş kirin.
Raya giştî hinekî dişopîne, bila vê rewşê hîn baştir zanibe.
Li ser bingeha stratejiya têkoşîna siyasî û demokratîk em dixwazin têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşînin.
Lê belê meşandina vê yekê tenê bi me nabe.”
Endamê Komîteya Rêvebere a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê rewş û pêvajoya Rêber APO li Imraliyê dimeşîne jî wiha got:
Rêber Apo xwe guhert.
Partiyê diguherîne, vediguherîne û bi biryar dike.
Vegera ji fesixkirina PKK’ê nabe. Em li pêşiya xwe dinihêrin.
Paradîgmayeke nû heye.
Me biryar wergirt. Teqez em ê weke berê nedin ser xeta têkoşîna çekdarî.
Lê belê ev nayê wê wateyê ku ‘dema êrîşên ji bo îmha û tasfiyekirinê hatin kirin, înkar hate kirin em ê xwe neparêzin’.
Ev gel wê parastina xwe bike. Wê kole nemîne.



