Pisporine NY: Ti hêzên Sûdanî li Lîbyayê tune ne, Erdogan idiayan dike

Idiayên Erdogan ên dibêjin ku “çeteyên Sûdanî li Lîbyayê şer dikin,” ji aliyê NY ve hatin redkirin.

Pisporine NY teqez kir ku ti delîlên hebûna hêzên Sûdanî ku li gel artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şer dikin, tune ne.

Ev yek, piştî daxuyaniya nûnerê NY yê taybet bi Lîbyayê Xesan Selama bi çend rojan hat.

Selama teqez kiribû ku çeteyên dewleta Tirk li Terablusê hene û li gel hikumeta Wîfaqê şer dikin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî, ji bo vê tawanbariyê ji ser xwe rake, beriya niha idia kiribû ku “2 hezar û 500 çeteyên Wagner ên Rûsî û nêzî 5 hezar çete ji Sûdan, Çad û Nîjerê li Lîbyayê şer dikin.”

Leave a Reply

Back to top button