
Rêveberiya Avê ya Tebqayê bi armanca çareserkirina pirsgirêka avê, projeyên danîn û sererastkirina bombeyên avê ber bi dawiyê ve dibe.
Rêveberiya Avê ya Tebqayê diayr kir ku bi vê projeyê wê av bigihêje tax, gund û herêma Ayid a rojavayî bajêr.
Rêveberê projeyê Ebdulhemîd Elebdolî diyar kir ku tabloya elektrîkê, siwarkirina bombeyên nû û guhartina bombeyên ku ji xizmetê derketine, di bernameya projeyê de hene..
Her wiha Elebdolî bal kişand ser sererastkirina bîra avê ya gundê Ayid û got: “Ji ber ku bîr dê bihata xwarê, me serarast kir û ji bo zelalkirina avê me hin tedbîr standin.
Ebdulhemîd Elebdolî diyar kir ku zêdetirî 250 milyonên Sûrî li vê projeyê hatiye xerckirin.