Meclisa Aborî û Tevgera Ciwanên Şoreşger li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi rêya belavkirina belavokan banga domandina boykotkirina kel û pelên Tirkiyê kir.
Pêngava boykotkirina kel û pelên Tirkiyê li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê didome.
Meclisa Aborî, bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest bi însyatîfekê kir.
Îro derbarê domandina pêngava boykotkirinê de hezar û 500 belavok li dikanên bazirganiyê, sûkan û kolanan hatin belavkirin.
Di belavokan de îşaret bi girîngiya domandina boykotkirina kel û pelên dewleta Tirkiyê hat kirin.
Bi êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li ser Serê Kanî û Girê Spî re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke bersivek ji êrişên dewleta Tirk re pêngava boykotkirina kel û pelên Tirkiyê ragihandibû.