Meclisên herêmî li bajarê Reqayê diyar kir ku ji bo alîkariya bi koçberan re, wan 22 milyon û 77 hezar lîreyên Sûriyê komkirine.
Buroya birêxistinkirinê ya meclisên herêmî ya Meclisa Sivîl a Reqayê pêngava komkirina alîkariyan ji bo koçberan da destpêkirin.
Buroyê der barê pêngavê de daxuyaniyek çapemeniyê da.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê buroya birêxistinkirina meclisan Munîr El-Xelef ve hate xwendin.
Munîr El-Xelef teqez kir ku ji bo kêmkirina azarên koçberan ji ber êrişên dewleta Tirk kêm bikin, wan dest bi pêngava komkirina alîkariyan kir.
Munîr diyar kir ku wan 22 milyon û 77 hezar lîreyên Sûriyê komkirin da ku li malbatên koçber bên belavkirin.