NY: Li seranserê cihanê 2,5 milyon kes li ser artêşa bêkariyê zêde dibin

Rêxistina Kar ya navnetewî ya NY diyar kir ku di nava sala 2020’an de wê 2,5 milyon kesên din jî li ser artêşa bêkaran zêde bibe.

Rêxistina Kar ya navnetewî ya NY bi daxuyaniyekê rapora bêkariya li seranserî cihanê eşkere kir.

Rêxistinê diyar kir ku li seranserî cihanê 5 milyar û 700 milyon kesên ku temenê xwe zêdeyî 15 saliyê ne û ji bo kar guncaw tên dîtin.

Ji van 188 milyon kes bêkarin.

Rêvberê giştî yê rêxistina Kar a navnetewî Guy Ryder  di daxuyaniya xwe ya li navneda rêxistinê ya li Cenevê de wiha got:

Rewşa sosyolojiya li welatan, bi xwere hêjmara bêkariyê zêde dike.

Cihên nû yên ji bo karkirinê têne avakirin jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkê nabin bersiv.

Di raporê de rêxistinê daxuyakirin ku rewşa bêkariyê ya ciwanan metirsiyê bi xwere dide avakirin.

Leave a Reply

Back to top button