El-Qeftan: Divê ragihandin ji bo derxistina tevliheviyê nexebite

Li Reqayê, têkildarî rewşa ragihandina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya pêşxistina wê komxebateke hate lidarxistin.

Komxebat ji aliyê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ve hat lidarxistin û tê de gelek rojnamevan amade bûn.

Di komxebatê de, berdevkê Buroya Ragihandinê ya QSD’ê Mustefa Balî û Rojnamevan Mustefa Xelîl axivîn.

Di axaftinên wan de bal hat kişandin ser pirsgirêkên li herêmên ku di demên dawî de ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û çawaniya derbaskirina van kêmasniyan hatin destnîşankirin.

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî axivî û got:

“Asta pêşxistina karê ragihandinê li Reqayê ne tenê bi şopandina nûçeyan bi awayekî zelal e, lê divê ragihandin rola di rizgarkirina gelan de bilîze û ji bo derxistina tevliheviyê nexebite.”

Piştî nîqaşan, rojnamevanan nêrînên xwe derbarê çawaniya pêşxistina karê ragihandinê li herêmê û pêkanîna koordîneya di navbera saziyên ragihandinê de anîn ziman.

Leave a Reply

Back to top button