Li Lîbyayê Konseya Ewlekariyê banga agirbestê li her du aliyan kir

Piştî bidawîbûna xebatên Kongreya Berlînê ya der barê Lîbyayê de, Konseya Ewlekariya Navdewletî, banga agirbesta bi lez li her du aliyên şer ên Lîbyayê kir.
NATO jî amadebûna xwe ji bo çavdêriya “qedexekirina çekan bo Lîbyayê” anî ziman.

Piştî bidawîbûna Kongreya Berlînê, Konseya Ewlekariyê civînek der barê xebatên wê de li dar xist.

Konseyê, di daxuyaniyekê de ragihand ku “ew bang li artêşa niştimanî û hikumeta Wîfaqê dikin ku bi awayekî avaker beşdarî komîteya leşkerî ya hevbeş bibin.

Li gorî Kongreya Berlînê, ev komîte ji 5 nûneran ji artêşa Lîbî û 5 ji aliyê hikumeta Wîfaqê pêk tê.

Karê vê komîteyê jî wê “di çarçoveya awayên rawestandina şer de be.”

Aloziya Lîbyayê
Guterres: Hêvî dikim her du alî ji bo agirbestê li hev rûnin

Sekreterê Giştî yê NY António Guterres jî duh banga erêkirina encamnameya Kongreya Berlînê li Konseyê kir û got:

Eger ev encam hatin erêkirin, wê pêkanîna agirbestê jî misoger bibe.

Eger ev encam hatin erêkirin, wê pêkanîna agirbestê jî misoger bibe.

Komîteya leşkerî ya hevbeş wê 28’ê Çileyê bicive.

Ji bo komîteya leşkerî, tê payîn di 28ê vê mehê de, civînek di navbera her du aliyên Lîbî de çêbibe.

Li ser vê jî, Guterres hêviya xwe bi lidarxistina vê civînê anî ziman.

Aloziya Lîbyayê
NATO: Em ji bo çavdêriya qedexekirina çekan amade ne

NATO amade ye ji bo “qedexekirina çekan bo Lîbyayê” çavdêriyê bike.

Girêdayî encamnameya Berlînê, NATO jî amadebûna xwe ji bo çavdêriya “qedexekirina çekan bo lîbyayê” anî ziman..

Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand ku eger YE ji wan xwest, ew ê karibin beşdarî çavdêriya van çekan bibin.

Leave a Reply

Back to top button