Li Libnanê hikumeta nû hat ragihandin, cîgera serokatiyê jin e

Sekretêrê Giştî yê meclisa wezîran a Lubnanê Mehmûd Mekê avakirina hikûmeta nû bi serokatiya Hesan Diyad ragihand. Yekem car di dîroka Lubnanê de jin dibe cîgira serok .

Piştî zêdeyî 3 mehan ji xwepêşandanên gel ên li dijî hikûmetê, serokê hikûmeta Lubnan Hesan Diyab hikûmeta nû ragihand.

Sekretêrê giştî yê meclisa wezîran a Lubnanê Mehmûd Mekê 3 biryar stand.

Yek, pejirandina îstîfaya hikûmeta Seed El-Herîrî , avakirina hikûmeta nû û erekedarkirina Hesan Diyab ji bo serokatiya hikûmeta Lubnanê.

Hikûmeta nû ji 20 werazetan pêk tê, jin 6`an ji wan birêve dibe.

Diyab di kongreya çapemeniyê de got:

“Em gihaştin avakirina hikûmeta yekem di dîroka Lubnanê de, ku tê de taybetmendiyên cihêreng bicîh tîne da ku ji hemû mercan û bi lez bibe bersiv.”

Diyab ragihand ku cara yekem e di hikûmeta nû jin “Cîgira serok” tê erekdarkirin û got:

“Hikûmet a jinê ye ku di desthilatdariya rêveber de bi gotin û kar de beşdar e.

Leave a Reply

Back to top button