Dewleta Tirk hezar û 500 malbatên çeteyan li Serê Kaniyê hatin bi cih kirin

Dewleta Tirk a dagirker guhatina demografîk ya li Efrînê destpêkiriye, li Serê Kaniyê didomîne.
Dewleta Tirk hezar û 500 malbatên din yên çeteyan li Serê Kaniyê bi cih kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, doh hezar û 500 malbatên çeteyên Sultan Mûrad û Lîwa El-Şam ji Navçeya Ceylanpinarê gihîştin Serê Kaniyê.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ev malbatên çeteyan li taxên Serê Kaniyê yên Xerabat û Hewarna bi cih bûn û piştî
bicih bûna wan çeteyan gule berdan.

Li gorî agahiyan, çeteyên li Serê Kaniyê dimînin, li Navçeya Ceylanpinarê ji aliyê artêşa tirk a dagiker ve tên perwerdekirin û bi malbatên xwe re ji bo Serê Kaniyê tên şandin.

Leave a Reply

Back to top button