Fermandarekî hêzên Basîc yên Îranî di mala xwe ya li Xozistanê de hat kuştin

Fermandarekî hêzên Besîc ê pasdarên Îranê, di mala xwe ya li Xozistanê de kuştî hat dîtin.

Li gorî malpera Esrî Cenûb, îro danê sibehê fermandarê hêzên Basîc Ebdulhisên Mucdemî yê pasdarên Îranê , li bajarê Darxiwên yê parêzgeha Xozistanê, ji aliyê kesên nenas ve kuştî hat dîtin.

Heya niha ti kom an jî kesekî berpirsyartiya kuştina Ebdulhisên negirtiye ser xwe.

Herwiha pasdarên Îranê jî li ser bûyerê ti daxuyanî belav nekiriye.

Li gorî ragihandina muxalafeta Îranê, Ebdulhisên Mucdemî di bêdengkirina xwepêşandanên dawî yên li Îranê de xwedî rol bû. Herwiha destê wî di darvekirina gelek çalakvanên Ereb ên li parêzgeha Xozistanê de hebû.

Leave a Reply

Back to top button