Li gundê Ziyaretê yê Şêrawa meşek hat lidrxistin

Buroya Rêxistina MSD’ê ya Efrînê û Şehbayê bi boneya salvegera duyemîn a êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê, meşek li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa li dar xist.

Di meşê de 72 zarokên koçber ên ji Efrînê cilên spî yên nivîsa “Em tên ey Efrîn” li xwe kirin.

Her wiha li ser navê MSD’ê daxuyaniyek hat dayîn û têde bang li tevahî gelê Sûriyê hat kirin ku hevgirtî bin û şerekî rizgarkirina giştî xaka ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ragihînin.

Leave a Reply

Back to top button