Mamosteyên Kerkûkê ku nehatin tayînkirin wê sibe xwepêşandanekê lidar bixin

Mamosteyên Kerkûkê ku ne hatin tayînkirin bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku ewê sibe bi piştgiriya hin aliyên siyasî, xwepêşandanekê lidar bixin.

Daxuyaniya ku li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê hat dayîn, ji aliyê Berdevkê Desteya Mamostayên Kerkûkê Soran Ebdulkerîm ve hate xwedin.

Soran diyar kir ku bi eşkerakirina navê kesên hatîn tayînkirin re, zilmek zêde li Kurdan hatiye kirin û da xuyakirin ku tevî hejmara kurdan li Kerkûkê ji niştecihên din bêhtir e, rêjeyek kêm ji kurdan hatiye tayînkirin.

Soran da zanîn ku ji bo bidestxistina mafên xwe wan serî li gelek riyên yasayî dane û wiha got:

“Serokatiya wezîran û komara Iraqê ji me xwest 3 rojan dem bidin wan, heya ew jî dest bi guhertinan bikin.

Ji bo wê jî me ti xwepêşandanek li dar nexist.

Dema ku hatî dayîn bi dawî bû, lê ti guhertinek çênebû.”

Berdevkê Desteya Mamostayên Kerkûkê Soran Ebdulkerîm da zanîn ku ewê sibe saet 10:00’an bi piştgiriya beşek ji aliyên siyasî, xwepêşandanekê li dar bixin.

Leave a Reply

Back to top button