Li Iraqê di nava xwepêşandan de aktivîsta civakî cennet mehdî het kuştin

Xwepêşandanê li Iraqê dewam dikin û di nava xwepêşanderên ku îro hatine kuştin Aktivîsta civaka sivîl Cennet Mehdî jiyana xwe ji dest da.

Xwepêşandan îro jî dewam dikin û rêya sereke ya di navbera Kerbela û Necefê de qut kir.

Di nava xwepêşanderan de Aktivîsta civaka sivîl ya 49 salî Cennet Mehdî di encama guleparanê de hate kuştin.

Cennet Mehdî di nava komekê xwepêşanderan de bû, ku mudaxeleya lezgîn a kesên birîndar dikir.

Hate ragihandin ku li gel aktivîst Cennet bi kêmanî 5 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Zîqar xwepêşanderan rêya navdewletî ya di navbera Bexda û Besrayê de jî qut kir.

Duh jî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê, derbarê xwepêşandanên ku li Bexda û bajarên din gur bûne agahî dan.

Li gorî komîseriyê di xwepêşandanan de pevçûnên dijwar di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pêk hatin.

Di encamê de gelek kuştî û birîndar hene.

Di civîna meclisa wezîran de, serokwezîrê istîfakirî yê Iraqê Adil Ebdul-Mihdî diyar kir ku Iraq li ser asta herêmî û navdewletî di rewşeke aloz re derbas dibe.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close