Geir Pedersen: tê payîn di mehên pêş de wê komîteya destûrî ya Sûrî rûniştinên nû pêk bîne

Nûnerê Taybet ê navnetewî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen, ragihand ku tê payîn di mehên pêş de wê komîteya destûrî ya Sûrî rûniştinên nû pêk bîne.

Nûnerê Taybet ji bo Sûriyê, Geir Pedersen di panela Davoz a aborî de, têkildarî aozliya li Sûriyê axivî.

Pedersen ragihand ku ew hêvî dike ku di meha sibat yan adarê de civînên nû ya Komîteya Destûrî ya Sûrî pêk werin.

Berdevkê Nûnerê Taybet yên navnetewî ji bo Sûriyê, îro eşkere kir ku wê Geir Pedersen roja înê serdana Moskovayê bike û bi wezîrên derve û parastinê yên Rûsyayê re bicive.

Her wiha tê payîn ku Pedersen di heftiya bê de serdana Şamê bike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Komîteya Destûrî ya Sûrî di dawiya cotmeha sala 2019’an de dest bi civînên xwe kir, piştî mehekê ji civînan jî, bi negiştina ti ecaman bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button