LI 74 KES HATIN BINÇAVKIRIN Û 38 KES HATIN GIRTIN

Di çarçoveya oparasyonên qirkirina siyasî de li Amedê 74 kes hatin binçavkirin.

Ji kesên hatin binçavkirin jê 38 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li Amed, Colemerg û Xerpêtê der barê 93 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li ser vê biryarê li Amed, Colemêrg û Xerpêtê polîsan bi ser gelek mal û navnîşanan de girt.

Di operasyonên ku polîsên tîmên taybet bi alîkariya helîkopteran pêk anîn de li gelek navçeyên Amedê û Dep a Xerpêtê, di navde 7 keyayên taxan jî heye 74 kes binçav kirin.

19 kes jî ji ber ne li malên xwe bûn nehatin binçavkirin.

Ji 74 kesên sewqî edliyê hatin kirin jê 38 kes li dadgehê hatin girtin.

Walîtiya Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da û îdîa kir ku bi sedema bi endamên rêxistinê re tevgeriyane û propaganda kirine hatine binçavkirin û girtin.

Leave a Reply

Back to top button