Virusa Corona ..bêtirê 640 kesî bi virusê ketine

Virusa Korona ya li Çînê belav bûye, gihiştiye Erbistana Siudî. Heta niha 17 kes jiyana xwe ji dest daye û vîros derbasî derdora 643 kesan bûye.

Li gorî hikumeta Hindê ragihandiye, îro jineke hemşîre ku bi aslê xwe ji Hindê ye û li welata Sûdiya Erebî dimîne, bi verusa Korona ketiye.

Hate zanîn ku kesin din jî ji Britaniya û Vietnam jî bi veruse ketiye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî (WHO) doh êvarê civînek li dar xist û biryara ragihandina rewşa lezgîn a navneteweyî ji îro re hişt.

Li gorî Televzyona Fermî ya Çînê kesên jiyana xwe ji dest daye, ji herêma Hobî ya li nîvê welêt e .

Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna wê, Rêveberiya Çînê biryar da ku li bajarê Wûhanê yê nifûsa xwe 11 milyon e, seferên balafir û trenan ji îro ve bên rawestandin.

Komîteya tenduristiyê ragihandibû ku ev rêkar wê metirsiya belavbûna vê virusê li cîhanê, kêm bike.

Piştî ku ev virus derbasî Japonya, Koreya Başûrî, Tayland û Taywan bû, roja Sêşemê derbasî Amerîkayê jî bû.

Leave a Reply

Back to top button