Li Besrayê xwepêşanderek hat kuştin

Navenda sûcên şer li Iraqê ragihand ku li bajarê Besra yê başurê Iraqê, Heşdî Şabî êrîşî xwepêşanderan kir û xwepêşanderk hat kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Di heman çarçoveyê de jî hêzên ewlehiyê gule li dijî xwepêşanderan bi kar anîn û gelek ji wan bi giranî birîndar bûn.

Xwepêşandanên li Besrayê piştî kuştina çalakvaneke sivîl, gur bûn.

Efserekî ji polîsqa Besrayê ji France Press re ragihand ku çalakvana sivîl Cennat Mazî ya 49 salî, dema ji xwepêşandanan vedireriya, ji aliyê çekdarin nenas ve hat kuştin.

Berhem Salih: Ji bo bidawîkirina aloziyê, hilbijartinên pêşwext fersendek e

Ji bo heman aloziyê Serokê Iraqê Berhem Salih li foruma Aboriyê ya cîhanê ya li bajarê Davos ê Swîsrayê destnîşan kir ku, ji bo bidawîkirina alzoiyê pêkanîna hilbijartinên pêşwext fersendeke guncaw e.

Her wiha Salih teqez kir ku sûcdarên 600 kes li Iraqê kuştine wê werin cezakirin.

Serokê Iraqê got, ji bo aramî li Rojhilata Navîn pêk were, divê rêz ji serweriya Iraqê re were girtin.

Leave a Reply

Back to top button