Li başûrê Sûdanê êrîşek pêk hat 29 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 jî birîndar bûn

Di êrîşekê li başûrê Sûdanê de, 29 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berpirsekî herêmî ragihand ku ev yek di encama êrîşa kesine ji êla Erebên el-Mesîriya li ser gundê Kolom a herêma Abyei ya sînorî pêk hatiye.

Berpirs diyar kir ku êrîş saet 7ê sibeha Çarşemê pêk hat û zilamine êla el-Mesîriya agir bi hinek malên gund xistin.

Li gorî wî, piraniya qurbaniyan şewitîne, ji lewre heya niha nasnameya hinek kesan nehatine naskirin.

Berpirsê herêmî, sedema vê êrîşê bi “hewldana derxistina şêniyan ji herêmê da dest deyînin ser çavkaniyên wê”, ve girêda.

Weke tê zanîn, di 2011an de, başûrê Sûdanî fermî ji Sûdanê hat veqetandin, lê ev herêma sînorî çarenûsa wê nehat diyarkirin.

Dihat payîn referendum ji bo vê herêmê bihata çêkirin, lê ji ber sedemine ne diyar ev yek pêk nehat.

Leave a Reply

Back to top button