Serokê Filistînê Ebas banga naskirina Filistînê ji Frasnayê kir

Serokê desthilata Filistinê Mehmûd Ebas bang li Fransayê kir ku Filistînê nas bike.

Doh Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana serokê Filistînî Ebas kiribû.

Di hevdîtinê de, Ebas ji Macron xwest ku êdî ew û welatên Ewropayê dewleta Filistînê weke dewleteke serbixwe û Qudsê jî paytexta wê, nas bikin.

Ev serdan di çarçoveya “salvegera komkujiya Holocaust ya 75. de” pêk hat ku serokê Fransî hem serdana Filistîn, hem jî ya Îsraîlê kir.

Serokê Filistînî teqez kir ku rola Fransa û Ewropa ji bo rizgarkirina pêvajoya siyasî pir giring e.

Li gorî Ebas, Îsraîl pir astengiyan ji bo vê yekê derdixîne.

Ji aliyê xwe ve jî, Macron teqez kir ku ew ê her piştevaniya vê pêvajoyê bikin, heta her du welatan bigihînin lihevkirinekê.

Leave a Reply

Back to top button