Piştî binketina gera duyem ya ”Komîteya Destûrî” NY banga berdewamkirina xebatan kir

Ev demek e xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî, ji ber şerê li ser erdê, rawestiyaye.
NY banga jinûve lidarxistina civînên Komîteyê kir.

Nûnerê NY ji bo Sûriyê Geir Pedersen hêviyên xwe ji bo ji nû ve lidarxistina xebatên Komîteya Destûrî anî ziman.

Pedersen di komxebata DAVOS ê ya li Siwîsreyê de axivî û got:

Em hêvîdar in Sibat an jî Adara bê, civîneke nû ya Komîteya Destûrî bê lidarxsitin.

Duh jî berdevka Pedersen, Jennifer Fenton, ragihand ku roja Înê wê serdana Moskoyê bike û li gel raydarên Rûsyayê bicive.

Her wiha hat ragihandin ku Pedersen plan dike ku piştî Moskoyê, berê xwe bide Şamê û li gel rejîmê bicive.

29’ê Cotmeha borî ji ber nakokiyên navbera aliyên beşdar de, gera duyemîn a danûstandina bin ket û bê encam bi dawî bû.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close