DI ENCAMA LIHEVKIRINEKÊ DE ÇETEYÊN DAIŞ’Ê JI ÇOLISTANA SUWEYDAYÊ HATIN DERXISTINv

Di encama lihevkirinekê navbera rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞ’ê de, DAIŞ ji herêmên Tilol Sefa ya çolistana Suweydayê hatin derxistin.

Ji şerê ku 25’ê tîrmeha derbasbûyî ve dest pê kiriye, 235 ji hêzên rejîmê û 425 ji çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Rejîma Sûrî û bi serpereştiya Rûsyayê, çeteyên DAIŞ’ê yên li başûrê Şamê anîn çolistana Suweydayê.

25’ê tîrmeha derbasbûyî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî navenda Suweydayê û gundewarên wê yên rojhilat kir.

Di encamê de 260 kes hatin kuştin û çeteyan 30 jin û zarok revandin.

Ji wê demê navbera hêzên rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞ’ê li çolistana rojhilatê Suweydayê şer diqewime.

Çavkaniyên meydanî ragihandin ku di encama lihevkirinekê de nêzî hezar çeteyên DAIŞ’ê ji çolistana rojhilatê Suweydayê ji herêma Tilol Sefa vekişiya.

Serokê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Abdullrehman têkildarî mijarê axivî û wiha got:

“Piştî vekişîna çeteyên DAIŞ’ê ji herêmên Tilol Sefa ya çolistana Suweydayê, hêzên rejîmê herêm bi dest xist.”

Di encama şerê ku nêzî 4 mehan dewam kir, 235 ji hêzên rejîmê û 425 ji çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Ev yek piştî berdana 17 girtiyên Suweydayê yên li gel DAIŞ’ê pêk hat.

Ev gav di wextekê de tê ku qonaxa dawî ya pêngava bagera cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button