Li dijî hebûna Amerîkî, sibe li Bexdayê xwepêşandek pêk were

Tê plankirin ku li dijî hebûna Amerîkî li Iraqê, milyonek kes beşdarî xwepêşandana sibe ya li paytexta Iraqê Bexdayê bibin. Lîderê olî yê Şîe bang kir ku kes tevlî meşê nebin.

Ji Cotmeha 2019’an ve ji ber sedemên gendelî, bêkarî û hwd, xwepêşandanên li Iraqê yên li dijî hikûmetê dewam dikin.

Tevî vê ji aliyê din ve krîza siyasî jî li welat didome.

Piştî bîryara parlementoyê ya derxistina leşkerên biyanî ji Iraqê, tê plankirin ku sibê li paytext Bexdayê xwepêşandeneke ku yek milyon kes beşdar bibin pêk were.

Lîderê Şîe Ayetullah Elî Sîstanî jî bang li alîgirên xwe kir ku beşdarî xwepêşandana ku wê li ser banga Sadr pêk were, nebin.

Doh Lîderê tevgera Sadir Muqteda El-Sadr li ser hesabê xwe yê twitterê ji bo beşdarbûna xwepêşandanê bang kir û got;

“Li welatê min cihê biyaniyan tune ye.

Gel serî hildide û mezin dibe.”

Leave a Reply

Back to top button