Mezlûm Ebdî: bi dewleta Tirk re, wê ti aştî li Sûriyê pêk neyê

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke xwe ya li gel Malpera El-Monîtor re got:
Bi Tirkiyê re wê ti aştî neyê, ji ber ku dewleta Tirkiyê piştgirya çete û komên Ixwanan, li Sûriyê dike.

Mezlûm Ebdî, ji malpera El-Monîtor re axivî û têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser bakurê Sûrî axivî.

Ebdî diyar kir ku Tirkiye li herêmê planên xwe yên guhertina demografiyê dixe meriyetê û koçberên ku dixwezin vegrin warên xwe jî rastî êşkence û gefa kuştinê tên.

Ebdî anî ziman ku ji bo ewlehiya li herêmê, ew ê xebatên xwe yên hevbeş bi hêzên rejîm û Rûsyayê re bidomînin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ku di her fersendê de agirbestê binpê dikin jî ev tişt got:

Berê Tirkiyê, QSD’ê weke gefeke li ser sînorê xwe didît, lê nihya hêzên rêjîma Sûrî nuqteyên me girtine.

Tevî vê yekê jî dewleta Tirk êrîşî herêmên ber sînor dike.

Ebdî di dawiyê de anî ziman ku ji ber ku dewleta Tirk piştevaniyê dide çete û komên Ixwanî, ne gengaze ku bi Tirkiyê re çareserî pêk were.

Leave a Reply

Back to top button