Malbatên Idlibî: bila xelkên Idlibê werin herêmên Bakurê Sûrî ku cihê aramiyê ye

Beşa duyemîn a xelkê parêzgeha Idlibê ku ji 21 malbatî pêk tê, gihaşt Minbicê.

Piştî gotina Fermandariyê giştî QSD’ê Mazlûm Ebdî ya ’em amade ne pêşwaziya koçberên Idlibê bikin’ xelkê Idlibê yê ji ber şerê li herêmê wan berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hêzên Tugeya Şemal Demokratî ya di bin banê QSD’ê de piştî koordîneyê, beşa duyemîn a koçberên Idlibê ku ji 100 kesî pêk tê pêşwazî kir.

Malbatên Idlibî diyar kirin ku ji ber bombebarana balafirên şer ew reviyane.

Her wiha spasiya QSD’ê kirin ji ber ku pêşwaziya xelkê Idlibê dike û bang li şêniyên Idlibê kirin ku werin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ewlehî û aramî lê heye.

Leave a Reply

Back to top button