WHO: Hîna pir zû ye em rewşa awarte ragihînin

Ji ber virusa Corona ya li Çînê belav bûye, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dibêje hîna pir zû ye ew rewşa awarte li sernanserî cîhanê ragihînin.

Birêveberê Rêxistinê, di konfanseke çapemeniyê de diyar kir ku “bila ti kes şaş neke, rewşa awarte tenê li Çînê hatiye ragihandin.

Birêveber anî ziman jî ku heya niha ti delîlên vedana vê virusê ji mirovekî heya yê din nehatiye piştrastkirin.

Ji çaxa Corona li Çînê belav bûye, 25 kesan jiyana xwe ji dest daye û bêhtirî 800 kes pê ketine.

Ev nexweşî ji tuxmê virusa SARS ango “nexweşiya bihnê ya giran” e, giha hinek welatên Asyayê û tê gotin derbasî Amerîkayê jî bûye û hinek kes pê ketine.

Ev derd cureyekî nû yê virusa bi navê Corona ye ku gelek virusan digire nava xwe û nexweşiyên mîna şewb û SARSê bi xwe re tîne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, rewşên awarte tenê ji bo nexweşiyên mîna Şewba Berazan, Virusa Zîka û Ebolayê radigihîne.

Îro jî navendên kontrolkirina nexweşiyan ragihand ku hikumeta Koreya Başûrî teqez kiriye ku 2 rewş li welatê wan hatine tomarkirin.

Leave a Reply

Back to top button