Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ku bi firotina çekan piştgiriya sûcên şer ên rejîma Erdogan dike, îro li gihaşt Stenbolê û bi Erdogan re rûnişt.
Merkel û Erdogan wê mijarên wek rewşa penaberan, krîza li Sûriye, Lîbya û rojhilatê Derya Spî nîqaş bikin.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li Stenbolê beşdarê vekirina zanîngeheke Almanî-Tirkî bûn.
Merkel vekirina zanîngeha Almanya Tirkiye weke nîşaneya hevkariya dinavbera herdû welatan de nirxand.
Serokkomarê dewleta tirk Erdogan jî careke din ji bo Lîbyayê gef xwar û got:
Ger aramî li Lîbya pêk neyê wê, wê ev yek bandora xwe li ser tevahiya derya Spî bike.
Merkel ku di dema dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê de firotina çekan ji bo rejîma Erdogan bi xwe pejirand, wê di mijara dewleta hiqûqê û mafên mirovan de ‘hestiyariya xwe’ bîne ziman.