Li kampa Waşûkanî hêjmara koçberan gihişt 7500 kesî

Êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser bakurê Sûrî zêde dibe bi vê rejî pêşa koçberiyê nû despê dikin.

Ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta tirk hêjmara koçberên li Kampa Holê 7 hezar derbas kirin.

Di nava şert û mercên zehmet yên demsala zivistanê de rêveberiya kampê careke din banga alîkariya lezgîn dikin.

Piştî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li ser Serê Kanî û Girê Spî despê kir zêdeyî 400 hezar şêniyên van herêman neçar man ji cih û warê xwe koçber bibin.

Pêla koçberiyê heta îro jî dewam dike.

Bi derbasbûna rojê û kiryarên çeteyên dewleta tirk li van herêman jiyana şêniyan xistiye metirsiyê.

Şêniyên ku xelasiya xwe di koçberiyê de dibînin berê xwe didin, herêmên di bin kontrola rêvberiya xweser de.

Yek ji van cihên ku koçber lê têne bicihkirin jî kampa Waşûkanî ye.

Kampa Holê ya ku 15 Km dikeve bakur rojhilatê Hesekê niha bûye cihê jiyanê yê 7 hezar û 500 koçberî.

Sermaya zivistanê jî ji ber bê derfetiyê xwe berdide nava hestiyên koçberan.

Koçber jî li ser bêdengiya hêzên cihanê ya derbarê rewşa wan de bihêrsin.

Ji ber zêdebûna hêjmara koçberan û bêdengiya rêxistinên alîkariyê yên navnetewî, rêveberiya kampê nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Ji Rêveberên Kampa Waşûkanî Delal Biro bi rêya televsiona me careke din banga alîkariyê ji bo koçberan kir.

Leave a Reply

Back to top button