10 Sivîl ji gundê Maratê yê Efrînê hatin revandin

Revandina bêserûber a sivîlan li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dewam dike . Herî dawî dewleta Tirk a dagirker ji gundê Maratê yên Efrînê 10 sivîl revandin.

Çavkaniyên herêmî ragihandi ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê girtin ser gundê Maratê yê Efrînê.

Dagirkeran di serdegiritnê de 10 sivîlên temenê wan di navbera 25 û 40 salî de ne, revandin.

Navên kesên hatin revandin jî wiha ne:

Rêzan Elî
Seîd Xelîl
Elî Henan
Elî Xelîl
Ruken Heyder
Ehmed Ebdo
Salah Ebdulrehman
Selah Memo
Ehmed Omo û Ehmed Bozan.

Leave a Reply

Back to top button