2 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hate belavkirin

Bi vegera şêniyên Dêra Zorê û gundewarên wê re, saziyên xizmetguzariyê dest bi pêşkêşkirina pêdiviyên sereke kirine. Bi vê armancê Saziya Sadcob 2 milyon lître mazot li şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê belav kir.

Saziya Sadcob li herêma Dêrazorê mazotê li şêniyan belav dike.

Saziyê beşa duyemîn a mazotê li şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê belav kir.

Der barê karê belavkirinê de, xwediyê benzînxaneya Baxozê Nîdal Ednan Hesen got:

Em bi hevkariya rêveberiya sotemeniyê ya Dêrazorê (Sadcob) li herêmên vê dawiyê hatine rizgarkirin,dixebitin. Belavkirina mazotê li gorî defterên malbatan pêk tê û her bermîlek bi 16 hezar L.S ye.

Nîdal Hesen diyar kir ku wê di çend rojên pêş de, mazot li hemû benzînxaneyên giştî û taybet ên li herêma Baxoz û herêmên din bê peydakirin.

Leave a Reply

Back to top button