Merkel: divê bi pêşengtiya pedersen xebatên destûra Sûrî bidome

Serokkomarê dewleta tirk Erdogan di her fersenda ku derdikeve pêşiya çepemeniyê de gefan li welatên cîran dixwe.

Erdogan îro careke din li gel serokwezîra Alman Angela Merkel gefa penaberan li Ewropa xwar.

Serokkomarê dewleta tirk Erdogan û Serokwezîra Alman Angela Merkel îro li ser rewşa penaberan, krîza li Sûriye, Lîbya û rojhilatê Derya Spî nîqaş kirin.

Ev nîqaş li çapemeniyê re girtî pêkhat.

Piştê civînê Erdogan û Merkel daxuyaniyeke hevpar dan.

Erdogan disan gefa penaberan li Ewropa xwar û got:

“Em 4 milyaon penaber dihewînin niha tevî van penaberan jî li Idlibê penaber tên.

Divê ji bo rewşa penaberan Almanya bi me re alîkar be.

Merkel jî anî ziman ku tişta bikeve ser milê wan wê pêk bîne.

Merkel di nirxandinê xwe de balkişand li ser rewşa siyasî ya Sûriyê û daxuyakirin ku ew alîgirin ku divê di pêşengtiya Nûnerê NY ji bo Sûrî Geir Pederson de xebatên Komîteya Destûrê ya Sûriyê bidomin e.

Herwiha Erdogan di nirxandineke xwe de diyar kir ku Rusya û Amerîka piştgirê nedane projeya wan a herêma ewle.

Balkêşe di vir de Erdogan behsa navê Almanyayê nekir.

Leave a Reply

Back to top button