Li wîlayeteke Almanyayê di encama gulebaranekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Rot Êmzî yê wîlayeta Badin Vortimirg a Almanyayê bi awayekî bê ser û ber gule hatin barandin.
Polîsa Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku sedema gulebaranê, nakokiyeke takekesî bû û kesê sûcdar hate girtin.
Beriya niha jî polîsên Almanyayê ragihandibû ku wan li bajarokê navborî, dest bi operasyoneke ewlekariyê kirine.
Ew jî piştî ku gulebaranek pêk hatibû.