Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşên berfireh li ser gundên Til Temr, Girê Spî û Efrînê pêk anîn. Meclisa Leşkerî ya Surayan bersiva dan êrîşên û êrîşên têk birin.
Vê êvarê artêşa Tirk û çeteyên xwe êrîşî gundên Erîşa, Qasimiyê, Reyhaniyê û Erbiyîn ên navçeya Til Temrê kirin.
Di çarçoveya parastina rewa de jî, Meclisa Leşkerî ya Suryan bersiva êrîşan da û êrîş têk birin.
Di encama êrîşan de çend çete hatin kuştin, lê hejmara wan ne diyar e.
Piştê vê êrîşa dagirkeriyê jî, artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Um El-Kêf ku kîlometrek dûrî navçeya Til Temrê ye.
Her wiha dagirkeriya Tirk di saetên êvarî de bi çekên giran gundên Silêbiyê, Bîr Ereb û Til Bedran ên Girê Spî topbaran kirin.
Hêzên dagirker nuqteyên QSD`ê yên li gundê Cirin ê bejahiya Girê Spî kirin armanc.
Êrîşên dagirkeriya Tirk li herêma Efrînê jî pêk hatin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şewarxa û Merenaz ê navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kirin.
Di ecama van êrîşên dagirkeriyê de agahiyên piştrast berfireh bidestxistin.