Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku kurdekî din bi navê Mihemed Reşîd Ibrahîm ê ji bajarê Efrînê ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a li Sûriyê ve hatiye girtin.
Rêxistinê diyar kir ku Mihemed ê 36 salî ji gundê Basilhaya yê gundewarên Efrînê ye û niha ji bo karê xwe li Şamê dijî.
Rêxistinê destnîşan kir ku dema Mihemed di ber benda kontrolê re derbas dibe Hêzên Hikûmeta Veguhêz wî disekinîn û pirsa tu kurdî jê dikin.
Piştî wê, wî digirin û pêwendî jê tên qutkirin.



