Çeteyên Ahrar El Şarqiye yên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê du jinên ji gelê Ereb ku ji malên xwe derneketine kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê weke li Efrînê, li Girê Spî û Serê Kaniyê jî kirinên dermirovî pêk tînin, kuştin, revandin û êşkencekirina şêniyan dewam dike.
Li gorî agahiyan çeteyên Ahrar El Şarqiye yên dewleta Tirk a dagirker, duh xwestiye bi zorê derbasî malekê li gundê Rawiyê bibe, bidizin û vala bike.
Jina bi navê Xedîce Ehmed El-Mûsa ya 45 salî û Cemîla Ehmed ya 30 salî jî rê nedane ku çete derbasî malên wan bibin.
Çeteya her du jin kuştin.