Li Iraqê heta niha 600 xwepêşander hatine kuştin

Rêxistina Efûya Navdewletî eşkere kir ku heya niha 600 kes di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin.

Rêxistinê diyar kir ku bi dewamiya xwepêşandanan re, pêngava girtin, tirsandin û zorê ya ser xwepêşanderan dewam dike.

Rêxistina Efûya Navdewletî raporek li ser rewşa xwepêşandanên Iraqê belavkir.

Di raportê de tê gotin ku tenê hefteya borî 12 bûyerên kuştinê çêbûne.

Rêxistina Efûya Navdewletî balkişand ser lêkolînên xwe yên derbarê xwepêşandanan de û wiha got; “Bi awayekî raste rast xwepêşanderan gulebaran dikin û li dijî wan bombeyên gazê bikartînin.

Hêzên ewlekariyê, bi taybet li Bexda û Başûrê Iraqê, li dijî xwepêşandanên aştiyane tundûtujiyê bikartîne.

Rêxistinê eşkere kir ku hîn jî xwepêşander têne girtin û tirsandin, û got:

Dinavbera 20-22’ê Çileyê de bi dehan kes hatine binçavkirin û êşkence li wan tê kirin.

Rêxistina Efûya Navnetewî bang li desthilata Iraqê kir, dawî li siyaseta bêdengkirin û şîdeta li hemberî xwepêşanderan bîne.

Back to top button