Meclisa Jinan ên PYDˊê bi daxuyaniyên cuda li Dirbêsiyê, Til Birak û Amûdê komkujiyên li Siwêdayê şermezar kirin û banga lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe were vekirin û hesab ji sûcdaran were xwestin kirin.
Meclisa Jinan ên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bêndegiya navneteweyî li hemberî van sûcan şermezar kir û gotin;
“Armanc ji pêkanînan ferzkirina hêzek dijberî mezheba durzî, derxistina alozî û tirsê ye.
Divê rêz û hurmet ji taybetmendiyên bawerî û mezheban re were girtin.”
Her wekî divê hesab ji sûcdaran were pirsîn û kîjan aliyên dibe bila bibe, ji ber ku ev sûcên dermirovî ne.



