Riyad Derar: Projeya Erdogan a Osmanî dê bibe sedema perçebûna Tirkiye yê

​​​​​​​Hevserokê Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku projeya Erdogan a Osmanî lihevkirinên navdewletî derbas dike, lê wê têk biçe û bi parçebûna Tirkiyê bi encam bibe. Derar got:” Koalîsyoneke nû bi serokatiya Rûsya heye, armanca wê hêzên Amerîka ji herêmê derxîne. Wê ev yek hêzên tundraw li herêmê xurt bike.”

Hevserokê Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê Riyad Derar anî ziman ku projeya AKP û Erdogan projeyek nû ye, armac jê dagirkirina herêmê ye. Ger ku Erdogan di vê projeya xwe de paş ve gav navêje, dê ev proje bandoreke neyînî li Tirkiyê bike û Tirkiyê ber bi perçebûnê ve bibe.

Riyad Derar: Ewropa ji karta koçberan a Tirkiyê ditirse

Hevserokê MSD’ê di nirxandina xwe yên der barê helwesta Ewropayê ya ji projeyên Erdogan de wiha axivî: “Dewletên Ewropa di nîqaş û hevdîtinên xwe de ne zelal in.

Dewleta Tirk li dijî Ewrupa karta penaberan bikartîne û siyaseta wê bi vê yekê bandor dibe.

Ev siyaseta ne zelal dê zirarek mezin bide Ewropayê.

Riyad Derar: Amerîka hewl dde projeya Îranê bihewîne û sûdê jêbigire

Riyad Derar anî ziman ku Amerkîka ti carî hewl neda projeya Îranê tine bike, berovajî wê dixwaze projeyê hembêz bike û di demên pêş de ji bo berjewendiyên xwe yên li Asyayê bi kar bîne, ji ber ku Amerîka hebûna xwe li ser gengeşiya bi Îranê re diparêze.

Riyad Derar: Îran bi serkêşiya Rûsyaê ve dixwaze Amerîka li heremê derxîne

Derar da zanîn ku Îran bi alîkariya koalîsyona Rusî, Îranî û Tirkî li Astana û Soçiyê dixwaze bi navê koalîsyona nû ya bexdayê Amerîka ji Iraqê derxîne.

Riyad Derar: Çareserî di projeya Netewa Demokratîk de ye

Girêdayî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora nakokiyên navdewletî, hevserokê MSD’ê
Riyad derar da xuyakirin ku ji bo çareseriya kirîza li Sûriyê, li hemû Rojhilata Navîn projeya biratiya gelan û Netewa Demokratîk projeya rasteqîn e.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar tekez kir ku ew ê bi rêya projeya Demokratîk, lihevkirineke giştî di nav gelan de pêkbînin û mafê hemû gelan mîsoger bikin.

Back to top button