Şandeyek latîn bi navê “Abya Yala” Nîsana 2025 ku ji 4 kesan pêk dihat, serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kir.
Şandeya li ser navê tevgerên jin û civakî serdana hemû sazî û navendên Rêveberiya Xweser kir.
Şandeya “Abya Yala” derbarê şoreşa 19’ê Tîrmehê paneleke Online bi rê xistin kir.
Sê endamên rêxistina “Abya Yala” ku serdana Rojava kiribûn di panelê de behsa serdana xwe û ezmûnên xwe kirin.
Endama Akademiya Jineolojiyê axaftina vekirina panelê kir û bal kişand ser têkoşîna enternasyonal a jinên “Abya Yala” û got:
“Şoreşa Rojava ji bo hemû mirovahiyê bû ronahiyek.
Şoreşa Rojava bi felsefeya Rêber Abdulah Ocalan bi pêş ket.”
Endama Kongra Star Ronahî Hassan jî a ku tevlî panelê bû derbarê Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan de wiha got:
“Niha wek Kongra Star em hewl didin li tevahî Sûriyê jin ji avakirina civaka demokratîk re pêşengî bike.”
Şandeya “Abya Yala” ji bo têkoşîna paşerojê nêrînên xwe parve kirin û got:
“Di vê têkoşîne de rol û pêşengiya jinan pêwîstî ye.
Pêwîst e rêber APO azad bibe”



