Li Pakîstanê ji bo deveyekê lingê protez hate çêkirin. Ji aliyê erkdaran ve meşa bi protezê tê fêrkirin.
Hat ragihandin li herêma Karaçî dema ku ev deve ji bo biçêre dikeve nava zeviyekê weke ceza ji aliyê xwedîyê zeviyê ve lingê wê yê pêşî tê jêkirin.
Paşê stargeha heywanan ji bo parastinê wê digirin cem xwe. Ji bo careke din li ser çar lingan bikaribe bimeşe, ji fîrmayeke Amerîkî lingekî protez jê re anîn.
Niha jî ji bo ku bikaribe bi lingê protezê bimeşe tê fêrkirin.
Midur Şema Xan dibêje, “Dema min dît ku ew bi lingê protezê dimeşe ez giriyam, Xewna min bû rastî.”



